Xelqno Li Min Kin Şîretê Lyrics & Tabs by Zuber Salih & Melaye Ciziri
Xelqno Li Min Kin Şîretê
guitar chords lyrics
Xelqo li min kin şîretê
Ew dilbera zerrînkemer
Min dî di halê xefletê
Hat der ji bircê wek qemer
Hat der ji birc û penceran
Dil girt û da ber xenceran
Ev reng e halê dilberan
Lew 'aşiqan xwîn bûn ceger
Qelb û ceger min bûne xwîn
Lewra ko nû der bûn birîn
Ey can were halim bibîn
Wer rûh ji qalib bête der
Sotin li min cerg û hinav
Werdên di hûr girtî xwinav
Zulf hate ser lê kir bilav
Sotin li min cerg û hinav
Werdên di hûr girtî xwinav
Zulf hate ser lê kir bilav
Bayê nesîm weqtê seher
Zahir dibêjim pendigîr
Da dil nedî zulfa herîr
Şubhê Melê dimînî esîr
Guh dêre qewlê mu'teber
Xelqno li min kin şîretê
Melayê Cizîrî