Xema Aşqê Lyrics & Tabs by Zuber Salih & Melaye Ciziri

Xema Aşqê

guitar chords lyrics

Zuber Salih & Melaye Ciziri

Album : Mey Ne Noşî / Şêxê Senanî XeletPlayStop

Xema 'işqê perihtim ez
Hebîba xemrevîn kanê?
Seraser têk behitim ez

Ji derdê ferq û hîcranê
Firaqa dilbera rend e
Behitim herwekî find e
Musulmanek di rê min de
Xeber bit balê sultanê
Xeber bit bal şekerxayê
Şepal û xwûb û zîbayê
Ku mire belkî bîr nayê
Esîrek wê di zindanê
Xema 'işqê perihtim ez
Hebîba xemrevîn kanê?
Seraser têk behitim ez

Xema 'işqê perihtim ez
Hebîba xemrevîn kanê?
Seraser têk behitim ez
Ji derdê ferq û hîcranê
Ji kovana te şîrînê
Dinalim şubhê goyinê
Dirêjim hêstirên xwînê
Wekî tavyên di baranê
Ji 'işqê lew " Mela " xest e
Ji herfa badeyê mest e
Ji hiş û aqilî rest e
Li der goşên di meyxanê.
Xema 'işqê perihtim ez
Hebîba xemrevîn kanê?
Seraser têk behitim ez
Ji derdê ferq û hîcranê
Melayê Cizîrî

Like us on Facebook.....
-> Loading Time :0.0084 sec