Dîsa Ji Nû Bê Hale Dil Lyrics & Tabs by Zuber Salih & Melaye Ciziri

Dîsa Ji Nû Bê Hale Dil

guitar chords lyrics

Zuber Salih & Melaye Ciziri

Album : Mey Ne Noşî / Şêxê Senanî XeletPlayStop

Dîsa ji nû bêhal e dil
Saqî werîn cama zucac
Muştaqê xemra al e dil

Lê xweş-î anîbit mizac
Saqî ko dêm mehweş bitin
Kagul ji şêva reş bitin
Qerqef bila ateş bitin
Em dê bi wê dil kîn îlac
Bê nûr û narê muhbetê
Bê neqş û sin'ê qudretê
Naçîn meqamê wesletê
Nûrun lena we- l-leylu dac
Dîsa ji nû bêhal e dil
Saqî werîn cama zucac
Muştaqê xemra al e dil

Dîsa ji nû bêhal e dil
Saqî werîn cama zucac
Muştaqê xemra al e dil
Lê xweş-î anîbit mizac
Ev narê sîqala dil e
Da'im li wê qala dil e
Newroz û sersala dil e
Weqtê hilêtin ew sirac
Şahid hezar reng xemmilîn
Reqs û sema pê kemmilîn
Îro Mela em sed dil în
Saqî werîn cama zucac
Dîsa ji nû bêhal e dil
Saqî werîn cama zucac
Muştaqê xemra al e dil
Lê xweş-î anîbit mizac.

Like us on Facebook.....
-> Loading Time :0.0063 sec